Beriya çend saetan artêşa dagirker bi balafireke bêmirov a biçek ve gundê beluniyê yê Şehbayê topbaran kir.
Hemwextî vê êrişê artêşa dagirker gundê Bab El-Xêr Şerqî ê başûrê Zirganê bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şerayê topbaran kir
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran dike.
Hemwextî topbaranê, li asîmanê herêmê tevgera balafirên keşfê ya artêşa dagirker heye.