Sema Begdaş: Divê li hember êrişan parastina cewherî were xurtkirin

​​​​​​​Berdevka PYD’ê Sema Begdaş anî ziman “Êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd in, ji ber wê divê hemû pêkhate ji siyasetên Tirkiyê hişyar bin. Sema bang li gelê bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk a dagirker parastina cewherî xurt bikin.

Sûc û êrîşên dewleta Tirk li herêmê ranawestin û pê re jî bertek û dengên nerazîbûnan bilindtir dibin..

Berdevka Partiya Yekitiya Demokratîk PYD Sema Begdaş der barê van êrîşan de ji ajansa ANHA’yê re nirxandin kir.

Sema begdaş bi bîr xist ” Ji destpêka aloziya Sûriyê ve dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide bi riya çeteyên xwe herêmê dagir bike.”

Sema bal kişand li ser erka dewletên navnetewî li hember van kirinan û eşkere kir “Li gorî peyama Cotmeha 2019’an a di navbera Amerîka û Rûsya û dewleta Tirk hatibû îmzekirin diviyabû dewleta Tirk êrişên xwe rawestine, lê mixabin li pêş çavên her du dewletan êrişan pêk tîne.”

Sema Begdaş: Divê Amerîka erka xwe ya parastina qada asîmanî pêk bîne

Derbarê helwesta Amerîkayê ya li hemberî êrişên hawayî yên dewleta Tirk de, Berdevka PYD’ê da zanîn ”Tirkiye endameke NATO’yê ye û berjewendiyên wê bi Amerîka û Rûsyayê re hene.”

Sema Bekdaş got: “Heta niha Amerîka rola xwe ya çalak ji bo rawestandina êrişan û sînordarkirina êrişên hewayî yên li dijî sivîlan pêk ne-aniye.

Ne tenê Amêrîka û Rûsiya, Hikumeta Şamê bi xwe jî bêdeng e û rojekê guleyek li dijî dewleta Tirk neteqandiye.”

Herî dawî Berdevka PYD’ê Sema Bekdaş piştrast kir “Êrişên dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd in, ji ber wê divê hemû pêkhate ji siyasetên Tirkiyê hişyar bin.”

Back to top button