
Li Idlibê di baregeheke çeteyên Tirkî de teqîn pêk hat û di encama de 8 çete mirin bidehan jî birîndar bûn.
Çavêdriya Mafê Mirovan a Sûriyê derbarê mijarê de ragîhand ku teqîn li navenda leşkerî ya Ehrar El-Şam a li gundê Ram Hemdan a Idlibê pêk hatiye.
li aliyê din jî heta niha ne sedema teqînê ne hatiye zanîn.
Lê Çavdêriya Mafê Mirovan Sûriyê beriya teqînê bi çend saetan nûçeyek belav kir û diyar kir ku balafirên şer ên Koalîsyona Navdewletî li ser herêmê digeriyan.
Hin aliyên herêmî jî îda kirin ku teqîn ji ber şaştiyeke teknîkî di dema perwedeyê de pêk hatiye.