Joe Biden: Metirsî heye DAIŞ li Kabûlê êrişî hêzên me bike

Hîna Efxanistan, bi tevlihevî û rewşa xwe ya xerab di rojeva cîhanê tevî de ye.. Joe Bedin, Serokê Amerîka tekez dike “Wê di 31`ê vê mehê de vekişîna hêzên xwe ji Efxanistanê bi dawî bikin.” Talîban jî êdî behsa awayê desthilatê li Efxanistanê dike û rewşa Efxaniyan jî hêjî kambax e. 

Rewşa li Efxanistanê bi vekişîna hêzên Amerîkî, xerab bûye û tevlîheviya heyî bûye rojeva cîhanê.

Serokê Amerîka Joe Biden dibêje:

“Erka Artêşa Amerîka di Efxanistanê de wê 31 mehê bi dawî bibe.”

Biden, metirsîna xwe der barê DAIŞ’ê de anî ziman û eşker got “Dibe DAIŞ li Efxanistanê êrîşan li dijî hêzên me pêk bîne. ”

Der barê rewşa Efxanistan û welatiyên wê, Koma welatên G7 duh civîneke online li dar xist.

Di civînê de rojeva sereke derxistina bi ewle, rê girtina li ber aloziya mirovî hat nîqaşkirin, lê belê tu riyên çareseriyê nehatin destnîşankirin.

Talîban: Niha nabe tu biryarên pêşwext werin girtin

Der barê civînê de; Berdevkê Talîban Mihemed Neyîmî daxuyanî da û da zanîn wan hîna hikumet ava nekiriye, ji ber wê nabe tu alî biryarên pêşwext bistînin.

Li ser awayê desthildariyê jî Neyîmî, tekez kir wê rêveberî Islamî be û rê nedin tu alî destwerdana bîr û baweriya welatê wan bike.

Neyîmî, li ser Rûsya û Çînê jî da diyarkirin ku têkiliyên wan ên baş bi herdu welatan re hene.

Talîban: Danûstandinên me bi welatên cîran re hene

Rêveberên Talîban diyar kirin dibe têkiliya wan bi Îran, Pakistan, Ozbekistan û hin welatên din ne baş be lê danûstendinên wan bi hemû cîranan re heye.

Nûnerê Dayîmî yê Îran li NY Ismaîl Beqaî Hamane li buroya rêxistinî ya NY li Cinêvê derbarê rewşa Efxanistanê de, got:

“Li Efxanistanê tundî, binpêkirinên mafê mirovan û qanûnên mirovahiyê tên kirin.”

Di dema ku cîhan tev rewşa Efxanistanê nîqaş dike, bi hezaran welatiyên Efxanî li riya koçberiyê digerin û çekdarên Talîban jî dibêjin ew ji bilî biyaniyan rê nadin welatiyên Efxanî ku derkevin.

Back to top button