HPG: Berxwedana gerîla ya li Avaşînê bê navber didome

Berxwedana gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber dewam dike.
HPG’ê diyar kir tevî bikaranîna hemû çek û gazên kîmyawî lê dagirker nikarin li herêma Avaşînê bi pêş de biçin û encamê bi dest bixin.

Gerîlayên Azadiyê li hember êrişên dewleta Tirk ya dagirker a li ser başûrê Kurdistanê berxwedana dîrokî didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê berxwedaneke dîrokî tê kirin û ev agahî parve kir;

“24’ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Girê Sor barandin, xwestin bi pêş ve biçin. Di encama destwerdana berxwedêrên Girê Sor de dagirker neçar man xwe vekişînin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker qada berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi teqemeniyan bombebaran kir û xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker vekişiyan.

Li Werxelê, tevî bikaranîna her rê û rêbazan jî dagirker ji ber destwerdana hêzên me nikarin bi pêş ve biçin.

Dagirkeran sibeha 25’ê Tebaxê bi rengekî giran gazên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê bi kar anîn.”

HPG’ê diyar kir êrişên hewayî û bombebaranên li ser Herêmên Paratinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat gotin, 24’ê Tebaxê derdora gundên Amediyê qadên Zendûra, Girê Şehîd Çiya, Koordîne yên bi ser herêma Metîna; qadên Çemço û Kunişka yên ber herêma Zapê û qadên Stûnê, Girê Şehîd Rizgar, Girê Şehîd Întîkam û Kela Stûnê yên herêma Avaşînê bi helîkoper û hawanan hatin bombebaran kirin.

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku 6’ê Hezîrana 2021’ê di berxwedana Avaşînê de şehîdbûn eşkere kir.

HPG’ê sersaxî ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê re xwest û got,

“Hevrêyên me Dorşîn Amara, Şervan Reşo, Şevger Herves û Baran Barî bi ruhê milîtaniya Apocî bi rengekî çalak tevlî bûn û di nivîsandina dîroka destanî de bûn xwedî pareke mezin.”

Back to top button