KNK: Em ê rêça Nadirov û hevrêyên wî heta dawiyê bişopînin

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji ber wefata Profesor Nadir Nadirov, ku duh li Kazaxistanê koça dawî kir, peyameke sersaxiyê weşand.

KNK’ê bi bîr xist ku Profesor û Zanyarê Kurd Nadirov weke endamekî damezrîner ê KNK’ê ji bo yekîtiya gelê Kurd gelekî xebitî.

Her wiha KNK’ê bi bîr xist, Nadirov, yek ji damezrînerên Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ê û serokê rûmetê yê Yekîtiya Kurdên li Sowyeta berê bû.

KNK’ê got, “Çend sal weke endamekî çalak ê KNK xebat û têkoşîn ji bo yekîtî û tifaqa gelê Kurd û bilindkirina asta zaniyarî û zanista gelên herêmê kiriye.”

KNK sersaxî ji malbata Nadirov û gelê Kurd re xwest û got;

”Em ê rêça Profesor û zanayê xwe Nadirê Keremê Nadirov û hevrêyên wî heta dawiyê bişopînin.”

Back to top button