”Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana jinên efgan”

Hewldana Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinê ya Ji bo Aştî û Ewlekariyê, bang li sazî û dezgehên navneteweyî kir ku li dijî hêzên ku destekê didin Talîbanê, bikevin nava liv û tevgerê. Sendîkaya Jinan a Rojnamegeran a Tirkiyê jî banga ewlehî û parastina rojnamevanên jin ku dixwazin bi malbatên xwe re ji Afganistanê derkevin kir.

Hewldana Têkoşîna Li Dijî Dagirkerî û Komkujiya Jinê ya Ji bo Aştî û Ewlekariyê derbarê rewşa jinên Afganistanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku bi ser navê “Banga ji bo hemû sazî û dezgehên navneteweyî” hat weşandin de,hat gotin:

Çekdarên Talîbanê navê din ê newekheviya ji bo jinan, binpêkirinên mafan û kuştinê ye.

Divê li dijî van çekdaran her cure tedbîr bên girtin, mafê jiyanê yê hemî komên li dijî Talîbanê, bi taybetî jin û zarokên li Afganistanê, li ber çavan were girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî hate kirin ku li dijî Talîbanê ku biryarên mafên bingehîn ên jinan paşguh dike xistiye meriyetê, bikevin nava liv û tevgerê.

”Bila ji rojnamegerên efganistanê re ‘derbasbûna bi ewle’ were misogerkirin”

Sendîkaya Jinan a Rojnamegeran a Tirkiyê (TGS) jî bi daxuyaniyekê banga hevgirtinê ji bo rojnamegerên jin ên li Afganistanê kir û got:

Jinên ku dibêjin di rejîma nû de ewlehiya jiyanê nîn e, hewl didin dengê xwe bigihînin cîhanê.

Weke hemû jinên li Afganîstanê, jinên rojnameger jî di bin tehdîdeke mezin de ne.

Em wekî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê diyar dikin ku em hempîşeyên xwe yên Afganî û hemû jinên Afganî yên ku ji bo jiyana xwe li ber xwe didin re di nava hevgirtinê de ne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate zanîn:

Em ji bo hemû jin û rojnamevanên Afganistanê ku daxwaza penaberiya bê şert û merc dikin û derbasbûna bi ewlehî û parastina rojnamegerên ku dixwazin bi malbatên xwe re ji Afganistanê derkevin dikin.

Back to top button