Dayîkên Şengalî: Nexweşxaneya Sikêniyê ya me bû, bijîşkên wê zarokên me bûn

Piştî êrîşa Nexweşxaneya Sikêniyê dewleta Tirk ji bo sûcê xwe yê şer veşêre, her roj daxuyaniyên derew belav dike. Dayikên Şengalî ku bi dehan caran ji bo derman bibin çûne wê nexweşxaneyê bi van gotinan bersiva dewleta Tirk didin: “Nexweşxana Sikêniyê ya me bû, bijîşkên wê zarokên me bûn.”

Ji bo ku sûcê xwe yê êrîşa nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê veşêre, dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyên dûrî rastiyê belav dike.

Civaka Êzidî û gelên herêmê li hemberî van daxuyaniyan, bêdengiya saziyên pêwendîdar bi hêrs û bertek in.

Emşê Şengalî jî yek ji wan dayikan e ku gelek caran ji bo derman bibe çûye vê nexweşxaneyê.

Dayika Emşê da zanîn ew nexweşxane cihekî xêrxwaziyê bû ku ew çend caran ji bo xwe û zarokên xwe çûye nexweşxaneyê.

Dayîkên Şengalî: Nexweşxane cihê xêrxwaziyê bû

Nefiya Şengalî jî bertek nîşanî îddiayên ku nexweşxane baregeha leşkerî bûye dide û dibêje hemû kesên li wê derê hatin kuştin û birîndar kirin bijîşkên wan û zarokên Êzidiyan bûne.

Yek ji jinên Êzidî Nûrê Şengalî dibêje ji hemû gundên derdor kî nexweş diket diçû Nexweşxaneya Sikêniyê, bi taybet di demên dawî de nexweşên koronayê jî berê xwe dane wê derê.

Di 17’ê Tebaxê de balefirên şer ên dewleta Tirk, li ber çavê hemû cîhanê Nexweşxaneya Sikêniyê 4 caran bombebaran kirin.

Di encamê de 4 ji wan kedkarên tenduristiyê û 4 jî şervanên YBŞ’ê 8 kes şehîd ketin.

Back to top button