Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt 272 roj li pey xwe hişt

Çalakiya berxwedanê ya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt 272 roj in li dar e.Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan jî, ji 1999’an heya niha ji bo hevdîtinê hezar û 817 caran serlêdan kirine û ji van serlêdanan hezar û 375 jê hatine redkirin. 

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bi dawîkirina binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 49’emîn, di roja 272’emîn de dewam dike.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê jî di roja 251’î de ye.

Her wiha çalakiya li Yewnanistanê jî 234 roj li pey xwe hişt.

Li Îmraliyê dîroka ‘bêhiqûqtiyê’: ji hezar û 817 serlêdanan hezar û 375 jê hatine redkirin

Rêber Abdullah Ocalan ku bi komploya navdewletî 15’ê Sibata 1999’an, radestî Tirkiyê hat kirin, 22 sal in li Girtîgeha Îmralî bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin.

Ji wê demê de, hevdîtina parêzeran tim tê astengkirin û tecrîd ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hatiye dijwarkirin.

Piştî 8 salan di 2-22’yê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019’an de Ocalan hevdîtin bi parêzerên xwe re kir.

Piştî van hevdîtinan hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya sedsalê, ji sala 1999’an heya niha ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Ocalan re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine.

Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin.

Ev hejmar bi xwe jî, bi awayekî eşkere diyar dikin ku bê tecrîda li Îmraliyê tecrîdeke çi qas giran û dijwar e.

Back to top button