
Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber didomin
Çeteyan 4 welatî ji gundê Hêkicê yê bi ser Navçeya Cindirêsê û 2 welatî ji gundê Birîmcê yê bi ser Navçeya Mabata revandin.
Li Efrîna dagirkirî, êriş, kuştin, revandin, talan û desteserkirina mal û milkên welatiyan her diçe zêde dibe.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku di 18’ê tebaxê de, çeteyên bi navê Polîsa Leşkerî 4 welatî ji gundê Hêkicê yê Navçeya Cindirêsê revandin.
Navên kesên hatine revandin ev in;
-Şêrhat Zeîm Hiso yê 23 salî
– Murad Qazqalî Ebdo yê 22 salî
– Elî Yûsiv Feqîr yê 33 salî
– Ebdo Henan Tane yê 24 salî
Hat diyar kirin li hemberî berdana wan çeteyan ji bo her yekî 5 hezar lîreyê Tirk ji wan xwestin.
Çeteyan 2 welatî ji gundê Birîmcê yê bi ser navçeya Mabata revandin
Hat diyar kirin 23’ê Tebaxê çeteyan bi ser gundê Birîmce yê Navçeya Mabata de girtin bi dehan welatiyên gund revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Ji nav kesên ku hatine revandin navên Mihemed Mistefa û Selah Elî Ekaş hat naskirin.
Aloziya di nava çeteyan de mezin dibe û amadekariyên şer têne kirin
Li aliyê din, di nava komên çete de tevlihevî û amadekariyên şer têne kirin.
Hat gotin piştî ku çeteyên El Emşat, Firqet El-Hemzat û Lîwaa Siqûr El-Şemal xwe ji odeya bi navê Odeya Azim vekişandin û red kirin vegerin nava vê komê, amadekariyên şer di nava komên çete de têne kirin.
Çeteyên Cebhet El-Şamiye hêzên xwe belav kir û dergehên navenda bajarê Efrînê girtin û cihên çeteyên Firqet Elhemzat dorpêç kir.
Ev amadekariyên şer jî tirs û xof di nava welatiyên ku li Efrînê de mane zêde kir.