Dagirkeriya Tirk gundê Yalinlî yê Minbicê topbaran kir

Êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê di demên dawiyê de zêde bûne. Îroj jî li dijî herêmê êrişan dewam kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk gundê Yalinlî yê Minbicê topbaran kir.
Her weha, dagirkeriya Tirk 2 dîwarên çîmentoyê ji ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê de rakirin û deriyekî çê dike.

Dewleta Tirk a dagirker ji hemû aliyan ve êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike.

Îroj jî, weke her roj herêm ji top û hewanên dagirkeriyê ne-filitî û gund rastî êrişan hatin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bargeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yalinlî yê bakur rojavayê bajarê Minbicê topbaran kir.

Seatên sibê jî 4 topên hewanê li gund ketin, di enacamê de zirar gihaşt erdên çandiniyê û darên zeytûnan.

Navendê her wiha piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker li dirêjahiya xeta Sacûr û rojavayê Minbicê, rojane sûcan pêk tîne.

Dagirkeriya Tirk li ser sînorê Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê deriyekî çêdike

Li aliyê din, dagirkeriya dewleta Tirk dîwarên çîmentoyê ku her yek 3 metre bilind in, ji ser sînorê di navbera Tirbespiyê û Bakurê Kurdistanê yê li hember gundê Zorava ku li bakur rojavayê Tirbespiyê ye, rakirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê dagirkeriya Tirk li şûna dîwar deriyekî çêdike.

Her wiha şêniyên gundê Zorava piştrast kirin, ku ew nizanin çima dagirkeriya Tirk ev gav avêt û ew nikarin nêzî sînor bibin, ji ber ku dagirkeriya Tirk wan yekser dike hedef.

Back to top button