Partiya Komînîst a Fîlîpînan û Artêşa Gel a Nû, fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat bi bîr anîn.
Partiya Komînîst a Fîlîpînan (CPP) û Artêşa Gel a Nû (NPA) fermandara YPJ’ê Sosin Bîrhat a di êrişa artêşa Tirk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbû bi daxuyaniyekê bibîr anîn.
Di daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurd re hate xwestin û ev hate gotin :
“Hevrê Sosin di şerê parastina şoreşgerî ya Rojava de û di operasyonên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de xwedî rolekî diyarker bû, pêşengtî kir û di têkoşîna li dijî dijminên jinê de li rêzên pêş bû.
Piştî şehîdbûna wê bi rojekê şervana jin a Artêşa Gel a Nû Ka Ella bi birîndarî dikeve destê rejîma faşîst a Fîlîpînê û ji aliyê hêzên wê ve hat kuştin.”
Di dawiyê de Partiya Komînîst a Fîlîpînan -CPP û Artêşa Gel a Nû -NPA Sosin û Ka Ella bibîr anîn û bang li gel kirin ku derbeyên xurt li dijmin bidin û tola wan hilînin.