Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên navçeya Dirbêsiyê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Îro bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Sûriyê yên kantona Hesekê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Dagirkeriya Tirk bi rêya êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike ku vîna gelê herêmê têk bibe û herêmê wêran bike.
Di demên dawî de dagikeriya Tirk êrîşên xwe li dijî Zirgan û Til Temirê zêde kirine û sivîlan dikin hedef.
Ciwanan dawiyê daxuyaniyê, pişterast kirin ku ewê li hemberî dagirkeriyê li ber xwe bidin û piştgirya hêzên QSD’ê bikin heta dawî li dagikeriyê bînin.