Komîteya Çand û Huner a Qamişlo li Dêrikê şahiyek ji zarokan re li dar xist

Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo li Dêrikê bi dirûşmeya “Zarokên me mûm û pêşengên pêşerojê ne” şahiyek ji zarokan re li dar xist.

Bi sedan zarokên bajarê Dêrikê û malbatên wan li Xwaringeha Çarçila kom bûn da ku tevli şahiya zarokan bibin.

Şahî ji laiyê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Qamişlo bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Dêrikê re hat orgenîze kirin.

Di şahiyê de Koma Kulîlkên Kurdistanê çend stran gotin, paşê koma Şehîd Nalîn û koma Stêrkên Qereçoxê jî stran û govendên follklorîk pêşkêş kirin.

Dawiya şahiyê, xelat li zarokan hatin belav-kirin.

Back to top button