Ji ber gulebarana hêzên Îsraîlî li ser xwepêşanderên Filistînî 14 kes birîndar bûn

Di encama gulebarana hêzên Îsraîlî li ser xwepêşanderên Filistînî li sînorê başûrê Xezayê, 14 filistînî birîndar bûn. 

Hêzên Îsraîlê gule li xwepêşanderên ku li ber sînorê rojhilatê Xan Yûnis kom bûbûn, reşand.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di gulebaranê de, 14 kes birîndar bûne.

Xwepêşandaran eşkere kirin wan xwepêşandan ji bo redkirin û şermezarkirina dorpêça ji 15 salan ve li ser Xezayê li dar xistiye.

Her wiha banga tevlîbûna xwepêşandana li başûrê Xezayê li welatiyan kirin û di encamê de, bi hezaran welatî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Back to top button