Tanzanya..Êriş li dijî balyozxaneya Fransa pêk hat, 4 kes hatin kuştin

Li Paytexta Aborî ya Tanzaniya Dar El-Selam, çekdarekî êrişî balyozaneya Fransa kir , 4 kes kuştin û 6 jî birîndar kirin.

Polîsên Tenzanî derbarê mijarê de ragihandin “Di encama êrişê de 3 leşkerên wê û kesekî parastina balyozxaneya Fransa dikir, hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.”

Berpirsê Polîsên Tenzanî derbarê êrişê de ji rojnamavanan re diyar kir heta niha sedema êrişê nehatiye zanîn.

Li aliyê din jî navedên Lêkolînan derbarê bûyerê de destnîşan kirin ku malperên civakî yên nêzî DAIŞ`ê êriş li xwe girtine û gotine êrişkar kesekî ji Somalê ye.

Back to top button