Careke din kampa Holê û bûyerên kuştinê.. Li vê kampê 3 koçberên din kuştî hatin dîtin.
Duh koçbera Iraqî Wefa’ Sibhî Şerîf a 26 salî li beşê 3an ê kampê kuştî hat dîtin.
Wefa’ bi gulekê di serî de hatibû kuştin.
Ji bilî wê, 2 koçberên din ên Iraqî, Mihmed Ebd El Hemîd ê 22 salî û Hacer Ebd EL Hemîd a 47 salî jî hatin kuşin.
Her du koçber jî li beşê 1 ê kampê diman.
Kampa Holê ji kampên cîhanê yên herî metirsîdar e û tim bûyerên kuştinê lê rû didin.
Ji ber van bûyeran jî, 28’ê Adarê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve operasyonek berfereh li kampê hat destpêkirin, hingî gelek sûcdar û berpirên van bûyeran, hatin girtin.