Çekdarên Boko Heram 16 leşkerên Nîjerî kuştin

Li bajarê Baroua yê Nîjerê, 16 leşker li ser destê çekdarên Boko Heramê hatin kuştin.

Wezareta Parastinê ya Nîjerî got ku zêdeyî 50 çekdarên Boko Heram êrişî bajarê Baroua yê başûr-rojhilatê welêt kir û şer derket.

Wezaretê diyar kir ku di encama pevçûna her du aliyan de, 16 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Wezaretê her wiha da xuyakirin ku nêzî 50 çekdarên Boko Heram hatine girtin û gelek çekên wan desteser bûn.

Sala 2015’an, nêzî 6 hezar kes ji êrişan dev ji herêma Baroua berdabû û li gundên derdorê bi cih bûbûn.

Back to top button