Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 4 sivîl revandin-HAT NÛKIRIN

Li li Efrînê çeteyên dewleta Tirk 4 sivîl ku 2 ji wan jin in revandin. Li Şêrawa jî di encama teqîna mayîneke çeteyan de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên bi navê Polîsa leşkerî yên dewleta Tirk 4 sivîl ku ji wan 2 jin in li derdora Mizgefta Bîlal a li taxa Eşrefiyê, revandin.

Kesên ku hatine revandin; Rojîn Enyat ji gundê Xalta yê Cindirêsê, Melek ji Cindirêsê, Hozan Ezîz ji gundê Korika yê Mabata û Ebû Mûsa ne.

Hat diyar kirin çeteyan ev kes birine cihekî nediyar û çarenûsa wan heta niha jî zelal nebuye.

Di encama teqîna mayînekê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Li navçeya Şêrawayê ya Efrînê jî mayinek ku çeteyên dewleta Tirk li navçeya Şêrawa çandibûn teqiya.

Di encamê de şêniyê bi navê Elî Mihemed Hemreşo yê 23 salî ku ji gundê Beradê yê navçeya Şêrawa ye jiyana xwe ji dest da.

 

Back to top button