Rêveberiya Xweser buhayê kirîna Pembo diyar kir

Di vê demê de cotkar dest bi berhevkirina zeviyên pembo dikin. Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo da zanîn ku ew ê kîloya pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê ji cotkaran bikirin. Ji bo vê yekê jî 4 naven vekirine.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî genim, pembo yek ji berhemên çandiniyê herî girîng e. Îsal di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 30 hezar hektar pembo hate danîn

Di vê demê de cotkar dest bi berhevkirina zeviyên wê dikin…

Rêveberiya Xweser ku li gorî derfetan sotemenî, simad û her wekî din alîkarî bi cotkaran re dikir, niha buhayê kirîna berhem destnîşan kir…

Selman Barûdo: Em ê hemû berhemên cotkaran bikirin

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barudo derbarê mijarê de ji ajansa Hawarê re axivî..

Barûdo da diyarkirin ku wan di riya buroyên xwe yên herêman lêkolîn kirin û li gorî raporên wan lêçûnan cotkaran di zeviyên pembo de, nirxê pembo destnîşan kirine.

Barûdo da zanîn ku li ser wî esasî civînekê bi Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber, Rêveberiya Giştî ya Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Koordînasyona Yekitiya Cotkaran re li dar xistin û buhayê kirîna kîloyekî hate destnîşankirin.

Barûdo, diyar kir di encamê de buhayê kirîna kîloya pembo bi hezar û 950 lîreyên Sûriyê hatiye destnîşankirin.

Barûdo da zanîn ku ew ê hemû berhemên pembo di riya navendên xwe yên li herêman bi buhayê hatiye diyarkirin ji cotkaran bikirin.

Selman Barûdo: Ji bo wergirtina pembo me 4 navend amade kiriye

Selman Barudo aşkere kir ku ji bo wergirtina pembo navend û kadroya dê xebatên wergertinê bişopîne, li hemû herêman hazir in û wiha got:

“Me 4 navend amade kirin, 2 li Reqayê ne, navenda Şinîne û Kebeş, yek li Dêrazorê û yek jî li Hesekê ye.”

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barudo di dawiyê de bibîr xist ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê bandorek mezin li çandiniya Pembo jî kiriye û wiha got:

“Li Girê Spî û Serêkaniyê rûberên mezin bi pembo dihatin çandin, berhema wê baş bû.

Lê ji ber ku ew herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, vê yekê bi awayekî neyînî bandor li aboriya herêmê kir.”

Back to top button