Lîbya..Uqeyla Salih: Eger Debîbe neyê lêpirsînê em ê belgeya baweriyê jê bikişînin

Serokê Meclisa Parlamenterên Lîbî Uqeyla Salih bang li hikûmeta Evdulhemîd El-Debîbe kir ku li rûniştina lêpirsînê amade bibe.

Uqeyla Salih got “eger El-Debîbe amade nebe, ew ê belgeya baweriyê ji hikûmeta wî ya demkî bikişîne.”

Salih anî ziman ku hikûmeta Debîbe budceyek ji ya artêşa mezintir daye hin komên çekdar.

Her wiha destnîşan kir ku hikûmeta demkî, ji dema avabûnê ve, nekariye saziyên Lîbyayê bike yek û xwestekên welatiyan pêk bîne.

Salih got:

“Lewre divê hikûmeta Debîbe ji niha û 10 rojan li Meclisa Parlamenteran amade bibe û bikeve lêpirsînê. Hingê dê biryara man û nemana wê were dayîn”.

Berî niha, 29 parlamenterên herêma Burqa banga kişandina belgeya baweriyê ji hikûmeta Lîbî kiribû.

Back to top button