Li Hesekê 2 şehîd hatin oxirkirin û nasnameya şehîdekî hat eşkerekirin

Şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê 2 şehîd Muwefeq Bekir û Cabir El-Elî ku ji bo parastina herêmên xwe gihaştin asta şehadetê, li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê spartin axê. Bi navê Hêzên Disiplîna Leşkerî fermandar Umer Esaf diyar kir ku bi saya şehîdan herêm hatin rizgarkirin û li dijî terorê û hemû komên çeteyan û artêşa Tirk sekinîn. 

Back to top button