Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt 273 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt 273 roj in dewam dike.
Saziyên mafên mirovan yên li Tirkiyê bang li Wezareta Dadê, sazî û dezgehên berpirsiyar kirin ku li hember grevên li zîndanan bi berpirsiyarî tevbigerin. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî da zanîn ew vê bi mezinkirina têkoşînê tecrîd a ku Tirkiye fetisandiye, têk bibin.

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan her wiha ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 49’emîn, di roja 273’emîn de ye.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 252 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 235 roj li pey xwe hiştin.

Li girtîgeha Amedê girtiyan tazî dikin, bi ser de jî nahêlin derman bibin

Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Cezaxwariyan re, têkilî binpêkirina mafan ên li Girtîgehan raporek weşand.

Di raporê de hate diyarkirin dema ku girtiyan dibin girtîgehê wan tazî dikin, dema ku girtî vê qebûl nakin jî êşkenceyê li wan dikin.

Hat diyar kirin pêwîstiyên girtiyan ên sereke nayê bicihanîn û têne tecrîdkirin.

Li gorî raporê jî dema girtî li dijî binpêkirina mafan derdikevin cezayê disîplînê didin wan.

Saziyên mafên mirovan banga berpirsyariyê li her kesî kirin

Endamên Odeya Bijîşkên Mêrdînê (MTO), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendurîstî û Civakî (SES) û Komeleya Hiqûqnaên Ji Bo Azadiyê (OHD), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Dadê, sazî û dezgehên berpirsiyar hat kirin ku bi hestiyarî û berpirsiyarî tevbigerin.

Hat gotin ku divê hêzên siyasî û rayedarên pêwendîdar hewldanên pêwîst bikin da ku kes canê xwe ji dest nede.

Pervîn Buldan: Tecrîdê rê li Tirkiyê girtiye û gel dorpêç kiriye

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jî li Navenda Giştî ya Partiyê bi hevserokên xwe yên bajaran re civînek li dar xist.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di civînê de axivî û îşaret bi tecrîda giran a li ser rêber Abdullah Ocalan kir.

Pervîn Buldan diyar kir ku pirsgirêka herî mezin ku welat pêre rûbirû maye pirsgirêka kurd e û polîtîkaya bêhiqûqiyê ya tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Apo ye.

Pervîn Bûldan wiha got:

Tecrîdê rê li Tirkiyê girtî ye û gel dorpêç kirine. Em vê dorpêçê dikarin bi mezinkirina bloka aştiyê ya li dijî tecrîd û bêçareseriyê têk bibin.

Pervîn anî ziman ku dê ev hem rêya demokrasî û aştiyê veke û hem rê li ber polîtîkayên talan bêçarertî ku welat ber bi tarîtî û kaosê ve dibin bigire.

Pervîn Buldan di dawiyê de diyar kir rojên ronî bi têkbirina tecrîdê pêkan in.

Back to top button