Gerîla li Heftenînê ji du aliyan ve li leşkerên Tirk ên dagirker xist

Gerîlayên azadiyê di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de derbeke din ya giran li artêşa Tirk ya dagirker dan.
HPG’ê diyar kir gerîlayan li herêma Heftenînê ji du baskan ve li hêzên dagirker xistin.
Her wiha HPG’ê da zanîn qada Werxelê ya bi ser herêma Avaşînê jî bi gazên kîmyewî hat bombebarankirin.

Gerîla rojane li dijî artêşa Tirk ya dagirker ku êrişî başûrê Kurdistanê dike çalakiyan dikin û derbên giran lê didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşer ya Cenga Xabûrê de li leşkerên Tirk yên dagirker xistin û ev agahî parve kir;

“23’yê Tebaxê bi çekên giran ji du baskan li dagirkerên li ser Girê Şehîd Silava ya li qada Pîr-bila hat xistin.

Baskê yekemîn bi bandor li çeper û kamel-yaya dagirkeran xistin û bi temamî rûxandin.

Baskê duyemîn jî li yekîneya dagirkeran ya ku parastina rê dikir, xistin.

Di encama van çalakiyên bi bandor de windahiyên dagirkeran nehatin zelalkirin.”

HPG’ê derbarê berxwedana li qadên Girê Sor û Werxelê yên herêma Avaşînê de jî ev agahî parve kir;

“25’ê Tebaxê artêşa Tirk ya dagirker qada Girê Sor bi çekên giran bombebaran kir.

Heman rojê dagirkeran piştî ku qada Werxelê bi teqemenî û gazên kîmyewî bombebaran kirin, xwestin bi pêşde werin lê li ser destwerdana berxwederên li Werxelê paşde vekişiyan.

26’ê Tebaxê jî li ser qada Werxelê tevgereke zêde ya Dronan pêk hat. Li ser destwerdana berxwedêrên Werxelê Dron neçar man ji qadê dûr bikevin.

Heman rojê qada Werxelê bi gazên kîmyewî hat bombebarankirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êrişên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê da zanîn 25’ê Tebaxê qada Kûnî-şka ya bi ser herêma Zapê û derdora Goristana Şehîd Şerîf ya herêma Xinêre bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button