Efxanistan..Tirs hene ku li Kabûlê “êrişên terorê” pêk werin

Ji 15’ê Tebaxê ve rewşa aloz li Efxanistanê yek ji rojevên sereke ên cîhanê ye..
Li aliyekî hewldana revê ya mirovan û aliyê din metirsiya ji ber xemsariya hêzên navnetewî..
Di rewşeke wiha de hişyarî têne kirin ku wê li derdor balafirgeha Kabûlê “êrîşên terorê” werin lidarixstin.
Di vê navberê de helwesta bi nakok û ne zelal a hêzên cîhanî li hemberî rewşa Efxanistanê dewam dike.
Li aliyê din dewleta Tirk a ku heta beriya çend rojan bi hêvî li hêzên we li Efxanistanê bihêle, îro dest bi vekişandina leşkerên xwe kir.

Ji roja ku tevgera Talîbanê paytexta Efxanistan Kabûlê kontorl kiriye bi deh hezaran kes hewl didin bi rêya balafirgehê ji welat birevin..

Di serî de Amerîka hêzên cîhanî jî tenê hewl didin Efxaniyên ku li gel wan kar kirine dexînin..

Ji ber vê rewşeke kambax li derdora balafirgehê peyda bûye..

Di rewşeke wiha de Amerîka bi ragihandin alarma lezgîn hişyar kir ku dibe li balafirgehê êrişên terorê pêk werin..

Heman hişyarî ji aliyê Awusturalya, Almanya û Îngilîstanê jî hate kirin..

Lê heta niha nayê zanîn bê kar armanc ji vê yekê belavmkirina xelkê derdorê ye an jî bi rastî xeteriyeke wiha heye..

Dewletên xwedî hişyarî tenê ji welatiyên xwe xwestin ji balafirgehê dûr bikevin û berê xwe bidin deverê ewle..

Wezîrê Karê Derve ê Amerîkayê Antony Blînken eşkere kir ku hê hezar û 500 welatiyên wan li Efxanistanê ne..

Serokwezîra Almanyayê Merkel: Divê hevdîtin li gel Talîbanê werin kirin

Lîderên welatên cîhanê yên rê ber aloziya Efxanistanê vekirin jî heta niha ti rêyeke çareseriyê peyda nekirine..

Û ji axaftina gelekê wan diyar dibe ku mesele encama lihevkirinê ye..

Herî dawî serokwezîra Almanyayê Angela Merlek têkildarî rewşê daxuyaniyek da..

Merkel a bû xwedî helwesteke binakok, hem rewşa li Efxanistan weke felaket binav kir û hem jî got, lazime hevdîtin li gel Talîbanê werin kirin..

Serokwezîra Alman hê jî di wê baweriyê de ye ku ew ê guhertinên li welat biparêzin û wiha got:

Ji bo rewş heyî aloztir nebe, mirov dikare li gel Talîbanê biaxive. Êdî Talîban rastiyeke bi êş e û lazime em vê yekê qebûl bikin.

Eskerên artêşa Tirk ji Kabûlê hatin derxistin

Di vê navberê de delewta Tirk a heta beriya çend rojan îdîa kir ku ew ê hêzên xwe li Efxanistanê bihêle, doh ji nişkê ve biryara xwe guhert..

Wezarta parastinê ya Tirk ragihand ku piştî gûtûbêjkirina şert û mercên heyî wan biryara vekişîna ji Kabûlê dane..

Di çarçoveya biryarê de leşkerî artêşa Tirk dest bi vekişînê kirin..

Wezareta Tirk diyar kir ku eger merc guncav bibin ew dikarin careke din vegerin balafirgeha Kabûlê..

Back to top button