HRE: li Efrîn û Ezazê 9 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Ezaz û Efrînê çalakiyên bi bandor pêk anîn. Di çalakiyên navbera 17 û 23’ê Tebaxê de 9 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê, 17’ê Tebaxê li gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, Tîma Şehîd Avesta ya Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyeke sabotajê kiriye.

Di çalakiyê de serçeteyê bi nave Ebû Docana û 2 çeteyên din hatin kuştin.

21’ê Tebaxê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê di çalakiyeke din a sabotajê de çeteyek hat kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Li gundê Keferxweşê yê bajarokê Ezazê, di navbera rojên 22 û 23ê Tebaxê de, li dijî çeteyên dagirker 2 çalakiyên bibandor hatin kirin.

Di her du çalakiyan de 5 çete hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

Di encama çalakiyên navbera 17 û 23’ê Tebaxê de li Ezaz û Efrînê bi giştî 9 çete hat çete hatin kuştin, 12 çete jî brîndar bûn.

Back to top button