Şanaz Îbrahîm Ehmed: Bêdengiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê cihê fikarê ye

Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar ku bêdengiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê a li dijî êrîşên Tirkiyê cihê fikarê ye.
Şanaz Îbrahîm Ehmed bang li partiyên Kurd kir ku rê nedin ku Başûr bibe meydana neyarên gelê Kurd.
Şêniyên herêma Pêncwên a Silêmaniyê jî bang li hikumeta herêmî û navendî kir ku li ber êrişên Tirkiyê rabin.

Berpirsa Navenda Têkiliyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser hesabê xwe yê medya dijîtal nerazîbûn nîşanî êrîşa 24’ê tebaxê ya ser warên sivîl ên herêmên Pêncewîn û Şarezûr ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate kirin, da.

Şanaz Îbrahîm Ehmed diyar kir ku bêdengiya aliyên pêywendîdar ên hikumetên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê cihê pirs û fikarê ye.

Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku ev êriş binpêkirina serweriya xaka Iraqê û herêma Kurdistanê ye û li dijî pîvanên cîrantî û qanûnên navnetewî û nirxên mirovahiyê tê.

Şanaz Îbrahîm Ehmed got:

“Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê van êrişan şermezar bikin û rê nedin ku Başûrê Kurdistanê bibe meydana safîkirina siyasetên çewt û nijadperest ên neyarên gelê Kurd.”

Şêniyên herêma Pêncwên: Divê hikûmeta herêmê û ya Iraqê li ber êrişan rabin

Şêniyên herêma Pêncwên a Silêmaniyê jî ku beriya 2 rojan dewleta Tirk bi balafiran bombe li cih û warên wan barandin, ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya Tirk dan.

Cotkarê bi navê Hadî got ku êriş ji bo tirsandina gelê Kurd tên kirin û ew ê ti carî dev ji axa xwe bernedin.

Hadî bang li hikumeta herêmê û navendî kir da ku li ber êrişan rabin.

Back to top button