Pêkhateyên Til Temir: Êrişên dewleta Tirk, berdewama êrişên daiş’ê ne

Pêkhateyên Til Temirê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û gotin, ev êriş berdewama êrişên DAIŞ`ê ne.

Îro pêkhateyên Til Temirê, nûnerên Meclîsa Gelê Asûrî û partîyên sîyasî, bi daxuyanîyeki êrîşên Dewleta Tirk şermezar kirin û gotin;

”DAIŞ û rêxistinên terorist nikaribûn îradeya gelên herêmê têk bibin.

Niha Dewleta Tirk bi vê rolê radibe û dixwaze senaryoya DAIŞ’ê bide berdewamkirin.”

Pêkhateyan di daxuyaniya xwe de piştgiriya xwe ji bo hêzên xwe yên leşkerî nîşan dan û diyar kirin ku ew ê dev ji bihostek axa xwe bernedin.

Di dawîya daxuyanîyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku li dijî êrîşan bi rola xwe ya mirovî û exlaqî rabin.

Back to top button