Dewleta Tirk li bakurê Kurdistanê agir berdide qadên bejahî û nahêlin ku şewat bê vemirandin.
Li herêma Besta a Şirnexê, ji ber bombebarana artêşa Tirk ya dagirker agir bi daristanê ket û hîn jî nehatîye vemirandin.
Bi hinceta qedexekiri ye, nahêlin ku şewat bê vemirandin.
Li navçeya Xozad a Dersîmê jî şewata ji ber operasyona artêşa Tirk derketibû, her diçe belav dibe û 10 roj in dewam dike.
Di şewatê de bi dehan hektar qadên daristanê şewitîne û leşker nahêlin xelkê heremê agir vemirîne.
Walitîya Tirk ya Dêrsimê jî îdîa kir ku, ji ber nikarin xwe bigihînin qada şewatê, nikarin agir vemirînin.