Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya xweser Ciwan Mistefa, der barê pêla çaran a nexweşiya koronayê de şênî hişyar kirin û got, ew ê li gorî hejmara pêketiyan qedexeke beşî ragihînin.
Bijîşk Ciwan Mistefa li ser rewşa dawî ya belavbûna bi lez a nexweşiya Corona axivî û hişyar kir.
Ciwan Mistefa der barê pêla 4’an a vîrusa Koronayê de agahî dan û anî ziman ku pêla çaran ji pêlên berê bi leztir belav dibe, pîr û kal, zarok zêdetir pê dikevin û nîşaneyên wê wekî yên berê ne, lê girantir in.
Ciwan Mistefa: Di dema bê de wê tedbîrên pêwîst bêne girtin
Ciwan Mistefa diyar kir ku di dema bê de wê tedbîrên pêwîst bigirin û li gorî hejmara pêketiyên vîrusê wê sînorê qedexeyê destnîşan bikin.
Mistefa hişyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî pabendî tedbîrên Desteya Tenduristiyê bin.