Bi slogana “Piştgiriya berxwedanê bikin, li ber xwe bidin da ku faşîzmê hilweşînin” 1. konferansa Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Qamişlo tê lidarxistin.
Konfrans li ser asta herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo pêk hat.
Di konferansê de 500 ciwanên ji deverên cuda yên herêma Cizîrê û nûnerên MSD`ê amade bûn.
Konferans bi armanca ku berdevkên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarên Cizîrê hilbijêrin, hat lidarxistin.
XELÎL: CIWAN ERKDARÊN PÊVAJOYÊ NE Û MEŞA BER BI AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ VE NE
Di konfransê de Berpirsê boruya Dîplomatîk a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl axivî û got:
“Îro ciwan erkdarên pêvajoyê ne û meşa ber bi azadî û demokrasiyê ve ne.
Ev erk jî dîrokî û çarenûsî ye, serkeftina şoreşê bi serkeftina ciwanan ve girêdayî ye û ew pêşengên şoreşê ne.”