Artêşa Îranî 24’ê Tebaxê kolberek birîndar kir bû

Li herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê kolberek li ser destê leşkerên Îranî hat kuştin.

Kolber news ragihand ku 24’ê vê mehê, li rêzeçiyayên Teteyê yên herêma Hewramanê ya parêzgeha Sineyê, leşkerên Îranî komeke kolberan dabû ber guleyan.

Kolbernewsê got ku di encama êrîşê de, kolberê bi navê Marûf Edwayî yê ji gundê Silên, bi giranî birîndar bûye.

Kolbernewsê her wiha da zanîn ku kolberê birîdar ji bo nexweşxaneya Merîwanê hate rakirin.

Back to top button