Çeteyan li Şêrawayê zarokek birîndar kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe cardîn gundên navçeya Şêrawayê û Şehbayê topbaran kir.

Doh di saetên şevê de dewleta dagirker tevî çeteyên xwe gundên Meyasê, Birc Qas û Zirn-eîtê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi mûşek û obusan topbaran kirin.

Her wiha piştî wê bi saetekê leşkerên artêşa Tirk yên li derdora bajarê Ezazê bûne, gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Samoqa, Bendava Şehba, Zîwan, Mişêrfê û Til Enab ên kantona Şehbayê topbaran kirin.

Di encamê de zarokê bi navê Merwan Elî (3) yê ji gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawayê dema li ber mala xwe dilîst birîndar bû.

Zarokê birîndar birin nexweşxaneyeke bajarokê Zehrayê û gule ji laşê wî hate derxistin û li gorî malbatê, rewşa zarok aram e.

Back to top button