DAIŞ teqînan balafirgeha Kabûlê girt ser xwe

Duh li ber deriyê balafirxaneya Kabulê 3 teqîn çêbûn. Li gor agahiyan, 73 kes, di nav de 12 serbazên Amerîkî, hatin kuştin.

Di teqînan de gelek zarok jî hatin kuştin û bêtirî 150 kes birîndar bûne.

Amerîkayê diyar kir ku 12 serbazên wê hatine kuştin û 15 jî birîdar bûne.

Talîbanê her wiha ragihand ku nêzî 20 endamên wan hatine kuştin û 52 jî birîndar in.

DAIŞ’ê bi daxuyaniyekê pêkanîna her sê teqînan li xwe girt û got wan “serbazên Amerîkî, wergêr û hevkarên Waşington”ê armanc kirin e.

Weke tê zanîn, berî teqînê bi çend saetan, Amerîka, Brîtanya û Awusturalyayê welatiyên xwe ji çûnûhatina balafirxaneyê hişyar kiribûn.

Back to top button