Teqîna li balafirgeha Kabûlê de..13 leşkerên Amerîkî û bi dehan sivîl hatin kuştin

Piştî hişyariya Amerîka, Îngilîstan, Awusturalya û Almanyayê bi çend saetan, doh li Balafirgeha Kabûlê êrişên xwekuj pêk hatin.
Di encamê de 13 leşkerên Amerîkî û derdora 72 sivîl hatin kuştin.
Her wiha bêtirî 140 mirov jî birîndar bûn.
Koma binav Xorasan ku xwe weke baskê DAIŞ’ê yê Efxanistanê binav dike, berpirsiyariya êrişan girte ser xwe.

Doh li Balafirgeha paytexta Efxanistanê Kabûlê 2 êrişên xwekuj pêk hatin.

Êrişa pêşî li ber Deriyê Abî bû.

Ev der yek ji 3 deriyên mezin ên derbasbûna balafirgehê bû.

Dema êrişê hêzên Amerîka û Birîtanyayê hewl didan gel derbasî hundir bikin da ku ji Efxanistanê werin derxistin.

Li pey êrişa xwekuji, ji bo demeke kurt şer jî destpêkir.

Di nava çend deqeyan de êrişa duyemîn li pêşiya Otêla Baron pêk hat.

Di herdû êrişan de derdora 72 sivîlên Efxan hatin kuştin û bêtirî 140 jî birîndar bûn.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê jî eşkere kir ku 13 leşkerên wan hatin kuştin û 18 leşker jî birîndar bûne.

Baskê DAIŞ ê Efxanistanê “Xorasan” berpirsiyarî girt ser xwe

Fermandarê Biryargeha Navendê ya Amerîkayê Kenneth Mackenzie (Kenît Mak-kenzî) eşkere kir ku komên girêdayî DAIŞ’ê êriş pêk anîne.

Ji xwe piştî vê daxuyaniyê bi demeke kurt binavê Xorasan ku xwe weke baskê DAIŞ ê Efxanistanê tevdigere, berpirsiyarî girte ser xwe.

Generalê Amrrîkî Mak-kenzî li wê yekê mukir hat û gefa DAIŞ’ê li eyaleta Xorasanê zêde ye û wiha got:

Ji bo pêşî li êrişên nû were girtin, danûstandinên me li gel Tevgera Talîbanê dewam dikin.

Tevî encama giran, Serokê Amerîkayê Joe Biden jî ragihand ku ew xebatên xwe ên derxistina sivîlan ji Efxanistanê dewam bikin û ev peyam da:

Her çawa be em ê li pey êrişkaran bin û bihêlin ku berdêlên giran bidin.

Biden anî ziman ku heta vê gavê ti nîşaneyên hevkariya Talîban û DAIŞ’ê li ber destê wan tine ne.

Li gorî daneyên fermî, ji 15’ê Tebaxê ve derdora 104 hezar sivîl ji Efxanistanê hatine derxistin.

Di nava wan de 66 hezar Amerîkî û yên mayî jî kesên hevkar û hevalbendên Amerîka û hêzên NATO ne.

Back to top button