Hefteya bê bipaşxistina hilbijartinên Iraqî tê ragihandin

Serokê Koma Beyariq Elxêr a li Parlamentoya Iraqê Mihemed Xalid diyar kir ku hefteya bê Serokkomar, Serokwezîr û Serokê Parlamenê dê bipaşxistina hilbijartinên pêşwext ragihîne.

Mihemed Xalid anî ziman ku dê der barê bipaşxistina hilbijartina Parlamenê de, ji bo 31’ê Nîsana sala bê, dê civîneke taybet were lidarxistin.

Mihemed da zanîn ku ji ber vekişîna Tevgera El-Sedir, zehmet e hilbijartin pêk werin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîna 24’ê Tebaxê ya Desteya Wezîran de ragihandibû ku wê hilbijartina pêşwext a Parlamenê di dema xwe de pêk were.

Di nav de Tevgera Sedir, gelek hêzan xwe ji hilbijartina pêşwext a Parlamena Îraqî vekişandiye.

Back to top button