Şêxê êla El-Bû Xemîs banga rawestiandina êrişan ji civaka navneteweyî kir

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmê, bi hemû hêza xwe êrişî sivîlan dike. Koçberên Waşokanî jî bang li civata navneteweyî kir ku bilez mudaxele bike û pêşî li êrişên li ser cihên ewle bigre.

Her diçe.. Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike, bêdengiya navneteweyî jî ji Tirkiye û çeteyên wê re bûye piştgiriyek.

Bi zêdebûna êrişan re bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî zêde dibin.

Têkildarî mijarê şêxê eşîra El-Bû Xemîs a Tebqayê Hisên El-Raşid diyar kir ku dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiya herêmê bi hemû hêza xwe êrişî sivîlan dike.

Hisên El-Raşid bêdengiya Rûsya “Garantor” ya li hemberî van êrişan şermezar kir û îşaret pê kir ku divê gelên herêmê di aliyê hundirîn de hevgirtina xwe xurt bikin û xwe nespêrin tu hêzên derve.

Şêxê eşîra El-Bû Xemîs di dawiyê de banga pêk anîna erkê ji civaka navneteweyî û dewletên ereban kir da ku çareseriyeke guncaw bibînin û êrişên dewleta Tirk, rawestînin.

Koçberên Serê Kaniyê nerazîbûnên xwe anîn ziman

Di heman mijarê de jî Koçberên Serê Kaniyê ku li kampa Weşûkanî dimînin nerazîbûnên xwe li hember êrişên dewleta Tirk yên li ser Zirganî nîşan dan.

Hevseroka Meclisa Kampa Weşûkanî Hêvîn Ebdo êrişa li ser Zirganê şermezar kir û wiha got:

Her wiha Koçberan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze gelên herêmê qir bike û destkeftiyên şehîdan têk bibe.

Di dawiyê de Koçberan bang li civata navneteweyî kir ku bilez mudaxele bike, pêşî li êrişên li ser cihên ewle bigire û şêniyan vegerînin warên wan.

Back to top button