​​​​​​​Bîlançoya êrîşên meha Tebaxê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Ji roja derbasî axa Sûrî bûye, dewleta Tirk û komên wê yên çete, êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilat kêm nekirine.
Êrişên ku piraniya wan li dijî deverên sivîl in li pêş çavên Amerîka û Rûsya, yanî herdû hêzên garantor ên agirbestê, têne kirin.
Tenê di nava meha derbasbûyî de ji ber êrişan 11 kes şehîd û 20 jî birîndar bûn..

Cotmeha sala 2019’an piştî êrişa dagirkeriya Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, li ser daxwaza Rûsya û Amerîkayê, peymanek di bin navê agirbestê de hate mohrkirin..

Li gorî peymanê, şervanên QSD’ê hêzên xwe ji herêma sînor dûrxistin û beramberê wê, dewleta Tirk jî wê êrişên xwe bi temamî rawestandibana..

Ji bo pêkanîna xalên peymanê jî Amerîka û Rûsya xwe weke hêzên garantor diyar kirin..

Lê ji wê demê ve ne dewleta Tirk êrişên xwe rawestandin û ne jî qaşo herdû hêzên garantor bi erka xwe rabûn..

Û dawiya dawiyê dîsa zerara herî mezin li xelkê sivîl dibe..

Ji xwe dema mirov ki encama êrişên meha Tebaxê dinere, dikare bibîne ku dewleta Tirk yekser berê tank û topên xwe dide deverên sivîl..

Tişta li Zirgan û derdora Kobanê rû dayê nîşaneya vê yekê ye..

Wekî din navendên dermankirina birîndaran jî para xwe ji êrişên dewleta Tirk digrin.

Bi giştî di nava meha Tebaxê de dewleta Tirk êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir kirine.

Bi vê yekê jî hewl dide tirsê li nava xelkê herêmê belav bike daku ji cih û warên xwe derkevin..

Li gorî daneyên ne fermî, meha Tebaxê ji ber êrişên balafirên bê mirov ên artêşa Tirk û çeteyên wê…

Deverên ku herê zêde bûn armanca êrişan jî ev in:

Zirgan, Til Temir, Eyn Îsa, rêya Elî Fero ya Qamişlo, Minbic û derdora Kobanê..

Bi giştî 11 kes şehîd bûn û bêtirî 20 sivîl jî birîndar bûne..

Li gorî vê,

4’ê Tebaxê hêzên dagirker bi tank û topan êrişî gundê Sefawiyê yê dikeve rojhilatê Eyn Îsayê kirin.

Ji heman malbatê 4 sivîl şehîd bûn.

17’ê Tebaxê derdora Til Temir û navenda Zirganê hatin topbarankirin.

Di êrişan de jinek û zarokek şehîd bûn.

19’ê Tebaxê, erebeyek li ser rêya Elî Fero bû armanca êrişa baladfira bê mirov.

Di encamê de ji fermandarên YPG’ê Selahedîn Şehabî binasnav Rênas Roj şehîd bû.

Heman rojê li dijî navenda Meclisa Leşkerî ya Til Temirê êriş pêk hat.

Li vir jî endama konseya Leşkerî ya YPJ Sosin Bîrhat, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Peywan Remedan û şervanên Meclisa Leşkerî Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed şehîd bûn.

Di topbarana li ser gundê Til Şenan ê Til Temirê de jinek birîndar bû

Meclisa leşkerî ya Til Temirê: Di êrişa hewayî de 4 şervanên me şehîd bûne

Balafrên keşfê li pêş mala birîndaran ya li Qamişlo li erebeyekê dan

Back to top button