Zanîngeha El-Şerq dema qeydkirinê heta 30`ê Tebaxê dirêj kir

Ji ber serlêdana zêde ya xwendekaran, Zanîngeha El-Şerq a Reqayê dema qeydkirina xwendekaran heta 30`ê Tebaxê dirêj kir.

Derbarê mijar de Cîgirê serokê zanîngehê yê kar û barên akademîk Xelîl El-Elî axivî û got:

“Koordînasyona Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşxistina perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî 9 salan ji rawestandinê dest bi sererastkirina Zanîngeha El-Şerq ya li Reqayê kir.”

El-Elî wiha domand :

“Diviyabû ku qeydên Zanîngeha El-Şerq 19’ê Tebaxê bi dawî bibûna.

Lê ji ber serlêdana zêde me dît ku em dema qeydkirinê dirêj bikin da ku rê li pêşiya xwendekaran vekin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Zanîngeha El-Şerq yekemîn zanîngeha li Reqayê ye. Kadroyeke perwerdeyê ya taybet û serbixwe tê de heye û her wiha 8 beşên wê hene.

Back to top button