Gerîlayan li herêma Zapê derb li dagirkeran dan û dronek xistin

Li başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk ya dagirker de şer giran e.

Gerîlayan vê carê li herêma Zapê li hêzên dagirker dan.

HPG’ê ragihand gerîlayan li Girê Şehîd Serxwebûn li leşkerên Tirk yên dagirker dan û li çiyayê Reş jî droneke dagirkeran hat xistin.

HPG’ê got, “Artêşa Tirk ya dagirker ku li ber berxwedana gerîla nikare bi pêşde biçe gazên kîmyewî bikartîne.”

Artêşa Tirk ya dagirker ku êrişê dibe ser Başûrê Kurdistanê rojane li ber derbên giran yên gerîlayên azadiyê windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê derbên giran li leşkerên Tirk yên dagirker dan.

HPG’ê da zanîn 26’ê Tebaxê gerîlayan bi çekên giran li leşkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn dan.

Hat gotin heman rojê li Çiyayê Reş 2 dron ji aliyê gerîlayan ve hatin hedefgirtin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiyê de dronek hate rûxandin û yek jî neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê:

Dagirkerên ku li qada Werxelê têk diçin gazên kîmyewî bikartînin

HPG’ê derbarê berxwedana li qadên Girê Sor û Werxelê yên Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“Hêzên dagirker yên ku li hember berxwedana dîrokî ya hêzên me yên li Girê Sor û Werxelê gazên kîmyewî bikaranîn dixwazin berxwedana hêzên me bişkînin.

26 û 27’ê Tebaxê qadên berxwedanê yên Werxelê bi awayekî dijwar bi gazên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombebarankirin.

Tevî hemû êrişên hêzên dagirker ku sûcê şer dikin, berxwedana hêzên me dewam dike.”

HPG’ê da zanîn liv û tevgera dron û balafirên keşfê li ser qadên berxwedanê dewam dike.

HPG’ê diyar kir 26’ê Tebaxê qadên Karker û Kûnîşka yên herêma Zapê û derdora Goristana Şehîd Şerîf ya herêma Xinêre bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên ku Tebaxa 2021’ê li herêmên Cûdî û Kato Jîrka şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîla û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û got,

“Em soza xwe dubare dikin ku em ê serketinê teqez misoger bikin ku ev yek hêviya şehîdên me bû.”

Back to top button