Xwekujiya Efxanistanê..Berpirsê êrişan DAIŞ-K kî ye?

Belê doh li balafirgeha Efxanistan Kabûlê di encama 2 êrişên xwekuj de derdora 100 kes hatin kuştin û bêtirî 150 jî birîndar bûn..

Bi van êrişan re koma binavê DAIŞ-K ku xwe weke baskê çeteyan ê Efxanistan û Pakistanê binav dike careke din ket rojeva cîhanê..

Başe DAIŞ-K kî ye, kengî bi rêxistin bû û xwedî hêzeke gefê ya çawa ye?

Em bi hev re li dîroka vê komê binerin..

Nîsana sala 2013’an baskê Iraqê bi awayekî fermî veqetîna xwe ji El Qaîdê ragihand..

Û xwe weke Dewleta Îslamê li Iraqê û Şamê birêxistin kir..

Piştî vê ragihandinê bi salekê, êdî DAIŞ li Sûrî û Iraqê belav bû..

Reqa û Mûsil jî weke 2 paytextên xwe diyar kirin..

Bi heman rêbazê, sala 2015’an li Efxanistan û Pakîstanê jî beşek ji çekdarên ku ji Talîbanê veqetiyan xwe di bin navê Dewleta Îslamî ya li Xorasanê ragihandin..

Weke erka xwe a pêşîn, vê komê hewl da çekdaran ji Pakîstan û Efxanistanê kom bike û ji bo tevlî şer bibin ew dişandina Iraq û Sûrî..

Bi taybet jî kesên ku wê demê Talîban weke tevgereke ne radîkal ditînin, berê xwe didan nava refên koma Xorasanê..

Cotmeha sala 2014 bi berxwedana ku li Kobanê destpêkir û paşê li gelek deverên din belav bû, êdî DAIŞ li Sûrî hat aste têkçûyînê..

Bi ketina sala 2017’an re DAIŞ li Sûrî û Iraqê darbên giran xwarin..

Pêşî paytexta wan Reqa û paşê jî Mûsil ji destê wan çûn..

Û bi şerê mezin û destpêka sala 2019’an ku bi pêşengiya QSD’ê hate birêvebirin, DAIŞ di warê leşkerî de jihev ket..

Piştî vê darbeya giran, DAIŞ ket nava hewldanên bihêzkirina baskê xwe yê li Efxanistanê..

Ev jî wê demê bi tevlîbûna çekdarên ji Tacikîstan, Ozbekîstan, Çeçenîstan, Hindîstan, Bangladeş û Çînê mezin bû..

Bi ketina sala 2019’an re jî koma Xorasanê êrişên xwe li Efxanistanê zêdekirin.

Ji ber tirsa ku wê DAIŞ’a Xorasanê êrişên xwe zêde bike, Amerîka biryar da ku destekê bide Talîbanê..

Wê demê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Efxanistanê di navbera DAIŞ’a Xorasan û Talîbanê de şer destpêkir.

Di nava 3 salên xwe ên destpêkê de DAIŞ’a Xorasan li herêmên Nangarhar, Farah, Helmand û Zabul mohra xwe li gelek êrişan da..

Di van êrişan de herî zêde welatiyên Şîi bûn armanc..

Her çendî di nava 7 salên derbasbûyî de baskê DAIŞ’ê yê li Efxanistanê nebû armanca êrişên mezin ên hêzên cîhanî jî lê xuyaye piştî teqînên li Kabûlê wê ev yek were guhertin..

Lewma serokê Amerîkayê Joe Biden di axaftina xwe a dawî de eşkere kir ku DAIŞ’a Xorasan wê berdêlên giran bide..

Back to top button