Li navçeya Karazê ya Amedê 8 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin

Duh şev leşkerên Tirk dora gundê Hewrê yê Navçeya Karazê yê Amadê dorpêç kirin.
Hat ragihandin ku 8 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya leşkerên tirk duh şev li gundê Hewrê ketin malan û yek bi yek lêgerîn kirin.

Piştî lêgerîna 3 saet û nîvan leşkeran Salîha Narîn, Rojda Narîn, Ûbeydûlah Narîn, Veysî Narîn û 4 kesên din ên navên wan nehat zanîn binçav kirin.

Hat ragihandin ku eskeran îşkence li kesên ku binçav kirine û gef li wan xwarine.

Rojda Narîn a di nava kesên hatin binçavkirin de cih digire, li pêş çavên her du zarokên xwe yên 8 û 13 salî îşkence lê hate kirin.

Hat diyar kirin 8 kesên ku hatine binçavkirin birine Qereqola Cendermeyan a Navçeyê.

Têkildarî sedema binçavkirina wan tu agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button