Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt 274 roj li pey xwe hişt

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Apo bi biryardariyeke xurt 274 roj in dewam dikin.
Li bajarên Ewropayê jî li dijî tecrîdê çalakî hatin kirin.

Berxwedana li zîndanên dewleta Tirk ya li dijî tecrîdê û ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan her wiha ji bo bi dawîkirina binpêkirinên li girtîgehan bi biryardariyeke xurt didome.

Çalakiya girtiyan bi koma 49’emîn, di roja 274’emîn de ye.

Çalakiya piştgiriyê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 253 û ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 236 roj li pey xwe hiştin.

Li Almanyayê çalakiyek hat lidarxistin

Kurdistaniyên bi pêşengtiya aktivîstên TCŞ’ê li Hambûrg û Koln a Elmanyayê di çarçoveya kampanya ‘Werin Cenga Azadiyê’ de kom bûn, bi çalakiyekê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Li Fransayê ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyek pêk hat

Li Kûleya Eyfel a Parîsê çalakvanên TCŞ û TekoJinê bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek pêkanîn.

Back to top button