Efrîn..Çeteyan li navçeya Mabata bi ser malan de girt û gelek sivîl revandin

Sûc û hovitîya çeteyên Dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî kêm nabe. Çeteyan li navçeya Mabatayê bi ser malan de girtin û gelek kes revandin.

Li gundê Cuqê yê bi ser navenda Efrînê, îşkence li pîrejinekê kirin. Li navçeyên Cindirêsê û Şîyê jî 2 hezar dar birîn.

Li Efrîna dagirkirî sûc û kiriyarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêde dibin.

Çeteyan li gundên Şêxûtka û Amara yên navçeya Mabatayê, bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê sivîlên bi navên Îmad Ehmed û Farûq Henan jî di nava kesên ku hatine revandin de ne.

Hat diyar kirin ku çeteyan ji bo berdana kesên revandî, hezar dolar fîdye ji malbatên wan xwestine.

Çeteyan êşkence li pîrjinekê kir û ji gundê wê derxistin

Li gorî nûçeyek din ya ANHA’yê çeteyan li bajarokê Incarê ê Helebê, îşkence li pîrejina bi navê Leyla Hec Mehmud a ji gundê Cuqê yê Efrînê ye, kirin.

Hat zanîn ku Leyla Hec daxwaza mala xwe a desteserkirî kiriye ji ber wê hatiye îşkence kirin û ji gund hatiye derxistin.

Çeteyên dewleta Tirk li Cindirês û Şiyê 2 hezar dar birîn

Talankirina xwezaya Efrînê jî ji aliyê çeteyan ve dewam dike.

Çeteyan di navbera navçeyên Cindirêsê û Şîyê de, 2 hezarî zêdetir dar birîne.

ANHA’yê diyar kir ku çeteyên ku daran qutdikin êzingên wan difroşin, piranîya êzingan jî derbasî Tirkiyê dikin.

Ji despêka dagirkirina Efrînê heta niha, zêdetirî 327 hezar dar hatine birîn û zêdetirî 17 hezar dar jî hatine şewitandin.

Back to top button