79 roj in Cîhad Hesen hatiye revandin û tu agahî jê nayê wergirtin

79 roj in ku nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin. Endamê Nûnertiya PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Yûsiv Kutî ji bo serbestberdana nûnerê rêveberiya xweser, bang li aliyên peywendîdar kir ku bikevin nava tevgerê.

79 roj in nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Başûrê Kurdistanê Cîhad Hesen ji aliyê PDK`ê ve hatiye revandin û tu agahî jê nayê girtin.

Hêzên PDK`ê, di 10`ê Hezîranê de, nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwazîkirina mêvanên xwe, berê xwe dabûn balafirgeha Hewlêrê, revandin.

29`ê Tîrmehê, her du endamên têkiliyên PYD`ê piştî 50 rojî PDK`ê ew serbest berdan.

Lê belê nûnerê Rêveberiya Xweser yê li Hewlêrê Cîhad Hesen hê jî di destê PDK’ê de ye û tu agahî jê nayê wergirtin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suyiyê li Başûrê Kurdistanê beriya niha bi daxuyaniyekê bal kişandibû ku tenduristiya Cîhad Hesen xirab bûye û daxwaza serbestberdana wî kiribû.

Nûnertiyê xwestibû bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan bikin, lê daxwaz û bangên wan bêbersiv hatin hiştin.

Heta vê kêliyê jî rayedarên PDK`ê sedemên revandinê ji PYD`ê û Rêveberiya Xweser re diyar nekirine.

Endamê Nûnertiya PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Yûsiv Kûtî têkilidarê mijarê ji televizyona me re axivî.

Yûsif Kûtî: Revandina nûnerê Rêveberiyê nakeva xizmeta berjewendiyên gelê Kurd

Yûsiv Kûtî diyar kir ku heta niha ew ji rewşa hevalê xwe Cîhad Hesen ne haydar in û da zanîn ku wan bi fermî ji rayadarên PDK’ê daxwaz kirine ku hevalên wan berdin, lê bangên wan bêberisiv mane.

Kûtî da zanîn ku kiryarên wiha nakeve xizmeta berjewendiyên gelê Kurd û têkoşîna wan, û tenê dilê dagirkeran xweş dike.

Endamê Nûnertiya PYD’ê li Başûrê Kurdistanê Yûsiv Kutî bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin û da ku hevalê wan serbest bê berdan.

Back to top button