Şervanên Erka Xweparastinê: Erka me parastina ewlehiya herêmê ye

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê diyar kirin ku erka wan parastina ewlehiya herêmê ya li dijî êrişa ne. Şervanan diyar kirin xweparastina erkekî netewî ye û bang li ciwanên herêmê kirin ku tevli Erka Xweparastinê bibin.

Li hemberî şer û êrişan bangên xurtkirina parastina cewherî û tevlîbûna nava Hêzên Erka Xweparastinê ya ku 2014’an ava bûye zêde dibin.

Girêdayî mijarê, ji fermandarên Lîwa ya Parastina Sînor a Erka Xweparastinê Îbrahîm Şawîş got: “Beşeke mezin ji êrişên li dijî şêniyan, şerê taybet e.

Şervana Hêzên Ekra Xweparastinê Bêrîvan Ehmed jî diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, dagirkerî ye.

Bêrîvan Ehmed eşkere kir ku armanca wan a tevlîbûna nava Erka Xweparastinê piştgiriya YPG, YPJ û QSD’ê li hember tevahî gefan e.. Ji ber ku Erka Xweparastinê ji jinan jî tê xwestin.

Şervanên Erka Xweparastinê: Parastin erkeke neteweyî ye divê ciwan tevlê bibin

Di heman çarçoveyê de, Nermîn Remo jî bang li ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku tevlî Erka Xweparastinê bibin û herêmê ji êrişên dijmin biparêzin..

Ji fermandarên Lîwa Şehîd Ayaz a Hêzên Erka Xweparastinê Nîzar Ehmed Tean behsa hevgirtina gel kir û got: Em Amade ne li hember êrişan bisekinin û bersiva wan bi xurtî bidin.

Deweta Tirk a dagirker li gel êrişên xwe yên giran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, giranî daye şerê taybet.

Armanc ji wê yekî jî ew e ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe û herêmê ji şêniyên wê vala bike.

Lê bersiva şênî û parzvanên wê jî her tim berxwedan e.

Back to top button