Îro Hevserokên bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Enqerê civiyan. Hevserokan Mîthat Sancar û Perwîn Bûldan serokatiya civînê kirin. Rojeva civînê jî bûyerên siyasî û nexşerêya nû ya HDP’ê bû.
Hevserokên Bajaran ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi kampanya bi dirûşmeya “Em HDP’î ne, li her derê ne” li oteleke bajarê Enqerê yê Tirkiyê civîyan.
Civîn bi serokatiya Hevserokan Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan hat lidarxistin û di civînê pêşketinên dawî hatin nirxandin.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar di destpêka civînê de axivî û got,
”Li her deverê em bi her derdorê re xebitîn. Me hewl da heqê dirûşmeya, ‘Em HDP’yî ne, li her deverê ne” bidin. Me xebateke serkeftî kir.
”Em ê deklarasyona xwe ku nexşerêya me diyar bike, meha Îlonê temam bikin û bi gelê xwe re par ve bikin.
Em ê bi vê nexşerêyê niqteyê li polemîkên siyasî yên gotegot deynin.”
Herwiha Sancar helwesta HDP’ê ya der barê hilbijartinên Tirkiyê yên paşerojê de diyar kir û got; ”Bêguman hilbijartin girîng in. Ne tenê em, her kes hay jê heye ku HDP ji hêla siyasî ve hêzeke kilîd e. Bi ya me ev hilbijartin derfetek e ku em welêt, gelên welêt û civakê bi ser bixin.”
Sancar îşaret bi girîngiya xebatê kir û got; ”Wext e ku em zêdetir bixebitin û bi rengekî xurtir bimeşin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di dawiya axaftina xwe de got; ”Ji bo têkbirina desthilatdariya AKP-MHP’ê divê her kes serkeftinê ji bo xwe bike armanc.”