Balafirên şer ên Tirkiyê çiyayê Garê bombebaran kir

Di saetên êvarê de balafirên şer ên Tirk, çiyayê Garê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de agir bi daristanên herêmê ket.

Li gorî çavkaniyên herêmî heta niha jî agir li herêmê berdewam dike.

Têkildarî zirerên canî heya niha agahiyek bidest neketiye.

Her wiha îro çavkaniyên herêmî ragihandin li Amediyê wesayîtek sivîl jî bûye hedefa balafiran, lê têkildarî êrîşê ti zanyariyek zelal bidest neket.

Back to top button