Pentagon: Me berpirsekî teqînên li Kabulê kuşt

Artêşa Amerîkî li wîlayeta Nangarharê.
berpirsekî teqînên li Kabulê kir armanc kir.

Pentagonê got wê bi balafireke bêpîlot DAIŞ’iyekî ku berpirsekî teqînên li Kabulê ye kuşt û anî ziman ku ti ziyan negihaştiye sivîlan.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Kabulê, ji ber gefên ewlehiyê, bang li Amerîkiyan kir ku nêzî balafirgehê nebin.

Di çarçoveyê de, berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahid bang li niştecihên Kabulê kir ku çek û erebeyan, ên ku ji dewletê wergirtibûn, radest bikin.

Li gor daneyên herî dawî, jimara qurbanên teqînên Kabulê gihaştiye 170 kesî.. ya birîndaran jî bûye 120.

Back to top button