Artêşa Tirk gundên Şehba û Şerayê topbaran kirin

Artêşa dagirker beriya çend saetan careke din disa gundê Tewîla ,Ûm el xêr yê Til Temirê topbaran kir.

Artêşa dagirker duh êvarê bi çekên giran gundê Hirbil ê kantona Şehbayê topbaran kir.

Hemwextî êrişên li ser Şehbayê, artêşa dagirker gundên Kefer Antun, İrşadiyê, Alqemiyê û Meranazê yên navçeya Şera a Efrînê jî topbaran kir.

Derbarê encamê her du êrîşan de ti agahî nehata bi destxistin.

Hêjaye bi bîrxistinê ku roja pêncşemê jî di topbarana artêşa dagirker ya li şer navçeya Şêrewa de zarokê bi navê Merwan Elî (3) yê ji gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawayê dema li ber mala xwe dilîst birîndar bû.

Zarokê birîndar nih li nexweşxaneya bajarokê Zehrayê tê dermankirin.

Back to top button